Aleksandr Karpov: Tirkiye rê nade xelk vegere ser malên xwe

dibêje lazime Tirkiye dev ji liv û tevgerên xwe li deverê berde.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje rêyên sê navçeyan daxistiye.

Cîgirê Serokê komîteya lihev anîna aliyan li Sûriyeyê, ya ku ser bi Rûsyeyê ye, ragihand ku Tirkiye rê nade xelkê vegere ser malên xwe.

Aleksandr Karpov diyar kir ku niha artêşa Tirkiyeyê li gel cîhadiyên Tirkiyeyê rêyên ser navçeyan li nêzî Eyn Îsa daxistine û rê nadin ev sivîlên ku beriya niha jiber şer û aloziyan ji malên xwe derketibûn, vegerin ser malên xwe.

Nav hatî herwiha daxwaz kiriye ku Tirkiye dev ji liv û tevgerên xwe li deverê berde û rê bide xelkê medenî vegerin ser malên xwe.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.