Duhê Dozgeriya giştî doz vekiriye.
Piştî gef û gotinên rayedarên Tirkiyeyê bi taybetî berpirsên partiya neteweperest ya MHPê yên bo daxistina HDPê, duhê bi fermî dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê doza daxistina HDPê vekir.
Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê di doza ku li dadgeha destûrî ya Tirkiyeyê de vekiriye daxwaza daxistina hertimî ya HDPê bi hinceta hewldan bo têkdana serwerî û yekparçeyiya Tirkiyeyê kiriye.
Dozgeriya giştî herwiha daxwaz ji dadgeha destûrî kiriye ku biryara qedexeya karûbarên siyasî li ser nêzî 700 berpirs, endam û siyasetmedarên HDPê jî derbixe.
Weke tê zanîn duhê jî li parlementoya Tirkiyeyê parlementeriya Parlementerê HDPê Omer Faroq Gergerîoglû jî hate hilweşandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin