Li Qamîşlo dîsa alozî derketin

çend endamên hev û du binçav kirine.
کوردستان TV
100%

YPG û hêzên berevaniya nîştimanî endamên hev û du binçav kirine.

Li gor zaniyariyên berdest, îro dîsa li bajarê Qamîşlo li Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên asayîşên yên ser bi YPGê û hêzên berevaniya nîştimanî yên rejîma Sûriyeyê de alozî derketine.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku hêzên rejîmê çend endamên hêzên asayîşê yên YPGê binçav kirine û li hember de jî YPG çend endamên hêzên ser bi rejîmê binçav kirine û di navbera wan de jî car car pevçûn derketiye.

Weke tê zanîn li bajarên Hesekê û Qamîşloyê car car di navbera YPG û hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê de pevçûn û alozî çê dibin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.