Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin. Heta 31ê Adarê hemû xwepêşandan û çalakiyên wek meş û vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji îro Çarşembê 17ê Adara 2021ê ve heta 31ê Adara îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.
Ji aliyeke din ve jî li hin bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê rixmî ku îzin bo organîzekirina aheng û çalakiyên taybet bi Newrozê jî hatine stendin, lê hêzên polîs û ewlekarî yên Tirkiyeyê rê nadin ku ahengên Newrozê werin organîzekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin