Serok Barzanî pêşwaziya wezîrên PDKê kir

daxwaz ji wan kir bi baştirîn awayî xizmeta xelkê bikin.
کوردستان TV
100%

 

Li gel Serokwezîr û wezîrên PDKê civiya.

Îro şemî li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê û tîma wezarî ya PDK a di nava hikûmeta Kurdistanê de kir.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kurtî di derbarê kar û bernameyên hikûmetê û pêngavên proseya çaksaziyê ya di warê kertê petrol, Pêşmerge û warên cûda cûda yên din û pêngavên ji bo zêdekirina dahata hikûmetê û pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo welatiyan pêşkêş kir.

Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de tekez jî li vê yekê kir ku kabîneya hikûmeta herêmê weke tîmeke hemaheng û bihêz û bi bê cûdahiya di navbera aliyên pêkhêneran kar û barên xwe birêve dibe û hewl dide ku ji bo dabînkirina dahat û xizmetkirina xelkê pişt bi xwe û karînên herêma Kurdistanê girê bide.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên li ser asta Kurdistan, Iraq, navçeyê û yekrêziya aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê zaniyarî pêşkêş kir û balkişande ser pêwîstiyan. Herwiha destxweşiyê li hewl û keda tîma PDK ya di nava hikûmetê kir û ragihand pêwîste ku hûn hemû xwe bi xizmetkarê gelê Kurdistanê bizanin û divê di nav çînên civakê û xelkê hejarê welat de bin û lazime hewlên xwe bo baş bikar anîna desthilatê bitevbger bikin û xizmeta xelkê bikin jiber ku rêbaza Barzanî rêbaza xizmetkirinê ye û lazime wisa xizmeta xelkê bikin ku xelk xwe bike xwediyê hikûmetê û hikûmet bi ya xwe bizanibe.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de piştevaniya xwe ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û daxwaz kir ku hikûmet bi pêdagirî û hêzê ve li ser proseya çaksaziyê berdewam bê û amadehiya xwe jî ragihand ku ji bo serxistina proseya çaksaziyê ewê pêwîst bê yarmetîderê hikûmeta herêmê dibê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.