Hikûmet neçar bû mafên gelê Kurd qebûl bike.
51 sal beriya niha di roja 11ê Adara 1970an de, şoreşa mezin ya Îlonê ya bi Serokatiya Mele Mistefa Barzaniyê nemir karî destkefteke mezin û dîrokî bo gelê Kurdisanê bidest bîbe.
Di roja 11ê Adara 1970an de, rejîma vê demê ya Îraqê neçar bû li gel bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd bi Serokatiya Mele Mistefa Barzaniyê nemir rêkeftinek îmze bike û mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.
Her di heman rojê de Serokkomarê vê demê yê Îraqê bi fermî li radyo û telefizyona fermî ya rejîmê de naveroka rêkeftinê bo raya giştî eşkere kir.
Ev rêkeftina han hevdem qebûl kirina desthilat û îdareyeke otonom bû li başûrê Kurdistanê de.
Piştî vê rêkeftina han bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê kete nava qonaxeke din ya berfire a xebat û têkoşînê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin