Li kampa Holê 2 penaberên din hatin kuştin

di sala 2021an de bi giştî 40 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
کوردستان TV
100%

 

 

Li kampa Holê 2 penaberên iraqî hatin kuştin, her wiha koçbereke sûrî û penaberekî iraqî jî bi guleyan birîndar bûn.

Hêzên ewlekariyê duh cenazeyê penaberê iraqî yê bi navê Seyf Ebid Acil (21) di beşa duyemîn a kampê de dît.

Bi zêdebûna rewşên kuştina penaberên iraqî re jî, hikumeta Iraqê red dike ku wan pêşwazî bike. Wekîlê Wezareta Penaberan a Iraqê Kerîm El-Nûrî got: "Ji ber xetereya penaberên di kampa Holê de vegera wan tê redkirin lê derfeta vegera wan hîn bi dawî nebûye."

Rêveberiya kampa Holê ji ANHA`yê re got hêzên ewlekariyê îro cenazeyên 2 penaberên iraqî dîtin û navên wan jî wiha ne: Heysem (25) û Xidir Ehmed Abdulselam (24).

Rêveberiya kampê diyar kir ku hêzên ewlekariyê penaberê iraqî yê bi navê Yûsif Racih Hacî (19) û koçbera sûrî Wicûd Newaf El-Neyîmî (17) ku bi guleyan birîndar bûne, di bin konê wan de dîtin. Rêveberiyê destnîşan kir ku kuştî û birîndar di heman konî de hatine dîtin.

Rêveberiya kampa Holê got kesên ku her du penaber kuştine û penaberê iraqî û koçbera sûrî birîndar kirine, nehatine naskirin. Rêveberiyê da zanîn ku lêgerîna hêzên ewlekariyê li kampê didome. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Ji destpêka sala 2021`an de û bi kuştina her du penaberan re, hejmara kuştî û birîndaran di kampa Holê de bû 40 kes.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.