Karwaneke din ya vaksînan digehêje Kurdistanê

180 hezar vaksînên din hefteya pêşiya me digehêjin Kuridstanê.
کوردستان TV
100%


Vê 180 hezar vaksînên din bigehêjin Kurdistanê.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku di çarçoveya hewlên hikûmeta Kurdistanê de yên bo dabîn kirina vaksîna dijî Koronayê, hefteya pêşiya me karwaneke din ji vaksînan digehêje Kurdistanê.
Saman Berzencî diyar kir ku hefteya pêşiya me 180 hezar vaksînên din ji Îraqê bigehêjin Kurdistanê.
Berzencî tekez li ser vê yekê kir ku, piştî gehêştina vaksînan, bernameya vaksîne kirina welatiyan li gor ku hatiye amadekirin berdewam dibe.
Weke tê zanîn hefteya berê jî 5 hezar vaksînên din hatibûn Kurdistanê.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.