Kazimî daxwaza lêkolînên hûr li ser teqînên Bexdayê dike

di civînê de nirxandin li ser tedbîrên ewlekarî kirine.
کوردستان TV
100%

 

Li gel rayedarên ewlekarî yên Bexdayê civiya.

Piştî teqînên duhê şev yên Bexdayê, îro danê sibê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Fermandariya giştî ya operasiyonên Bexdayê kir.

Kazimî di çarçoveya serdana han de li gel rayedarên ewlekarî û îstîxbaratî yên Bexdayê civiya û di civînê de behsa teqînên duhê bi şev kirin û nirxandin bo rêkarên ewlekarî yên li Bexdayê kirin.

Kazimî herwiha daxwaz ji aliyê ewlekarî yên têkildar kiriye daku lêkolînên hûr li ser teqînên duhê şev bikin.

Weke tê zanîn duhê bi şev du teqîn li Bexdayê çê bibûn û di encama wan du teqînan de 10 kes birîndar bibûn û kesek jî canê xwe ji dest dabû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.