Parlementoya Îraqê deng bi proje bûdceyê dide.

hefteya pêş parlemento dicive.
کوردستان TV
100%

Biryare roja duşem bicive.

Biryare roja duşem ya hefteya pêşiya me parlementoya Îraqê bicive.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Parlementoya Îraqê, Serokê parlementoyê jî biryar daye daku dengdan li ser proje qanûna bûdceya fedralî ya 2021an bikeve nava bernameya civînê û di civîna heman rojê de dengdan li ser bûdceyê jî were kirin.

Weke tê zanîn heta niha Kurdistan û Îraq li ser proje qanûna han lihev nekirine û hin aliyê şîe li dijî lihev kirina Kurdistan û Îraqê ne û ji aliyeke din ve hewldanên Bexda û Hewlêrê bo lihev kirin li ser para Kurdistanê diyaloga xwe didomînin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.