Beriya du rojan êrîşî ser rafîneyên petorlê hatibû kirin.
Siûdiye derbarê êrîşên mûşekî yên ku ji aliyê çekdarên Hûsî ve bo ser rafîneyên petrolê yên vê welatî hatibûn kirin daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya han, êrîş ji aliyê çekdarên Hûsî yên ku Îran piştîvaniya wan dike hatine kirin û destê Îranê jî di wan êrîşan de heye.
Siûdiye eşkere kiriye ku di destê çekdarên Hûsî de mûşekên balistîkî û dorne tunene û ev mûşek û dorneyên han ji aliyê Îranê ve bo wan çekdaran hatine dabînkirin daku êrîşî ser rafîneyên petrolê yên me bikin.
Siûdiye behsa vê yekê kiriye ku teknîkar û pisporên şer yên Îranî jî di nava refên Hûsiyan dene û ev yek jî gefeke mezine bo ser ewlekariya Yemen, Siûdiye û ewlekariya deverê bi giştî.
Weke tê zanîn roja yekşemê bi mûşekên balistîkî û dorneyan çekdarên hûsî êrîşî ser rafîneyên petrolê yên Siûdiyeyê kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin