Nêçîvan Barzanî: Pêştîvaniya peyama Kazimî dikin

Kazimî dibêje bo rêkeftina Hewlêrê û Bexdayê lazime diyalogeke nîştimanî were kirin.
کوردستان TV
100%


Serokwezîrê Îraqê daxwaza diyalogeke nîştimanî kiribû.
Îro danê sibê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di gotareke xwe de diyar kiribû ku lazime bo lihev kirina Hewlêr û Bexdayê derbarê bûdceya fedralî ya 2021an û para Kurdistanê ji bûdceya han diyalogeke nîştimanî were kirin.
Pişt re jî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser twitterê peyamek belav kir û nivîsand: Em piştîvaniya peyama Serokwezîrê Îraqê dikin bo çareser kirina kêşeyên heyî û lihev kirina aliyên siyasî lazime diyalog û giftûgoya nîştimanî were kirin bo çareser kirina hertimî ya kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûra bingehîn ya Îraqê.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.