Kazimî daxwaza diyalogeke nîştimanî dike

dibêje bo ku hikûmet bikarêbe welat biparêze pêdiviya xwe bi demê heye.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje me bi rêzdarî Papa birê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî îro duşem gotarek pêşkêş kir û ragihand ku Îraq bo pêşwazî kirin ji Papayê çi ji dest hat kir û bi rêzdarî ve pêşwaziya Papa kir û bi rêzdarî ve jî Papa birê kir.

Mistefa Kazimî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kiriye ku bo lihev kirina hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta fedralî li ser proje bûdceya fedralî ya sala 2021an û para Kurdistanê ji bûdceya han, daxwaza diyalogeke nîştimanî dike.

Kazimî ev yek eşkere kiriye ku derçûna hêzên biyanî li Îraqê pêdiviya xwe bi demê heye û welatên cîhanê jî di prosesa reforman de piştîvaniya hikûmeta Îraqê dikin û hikûmeta Îraqê jî bo parastina welat bi temamî pêdiviya xwe bi demê heye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.