Du balefirên B52 vegeriyan Rojhilata Navîn

balefirên şer yên Îsraîlî jî li gel wan bûne.
کوردستان TV
100%

 

Li ser asmana deverê firîne.

Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku du balefirên mezin yên şer yên ku bi B52 tên nasîn bişîne Rojhilata Navîn.

Zaniyariyên berdest behsa vê yekê dikin ku duhê bi şev di çarçoveya biryara han de 2 balefirên B52 vegeriyane Rojhilata Navîn û bi zirêvaniya hijmareke balefirên şer yên Îsraîlê li ser asmana Rojhilata Navîn de firîne.

Di dema ku Biden bûye Serokê Amerîkayê ev cara dudiyane ku balefirên B52 yên Amerîkî li Rojhilata Navîn difirin.

Ev firînên han yên wan balefiran di demek dene ku li Îraqê êrîşên mûşekî li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan zêdetir bûne.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.