Li Hewîce 7 polîs birîndar bûn

ev dever ji aliyê polîs ve hatiye dorpêçkirin.
کوردستان TV
100%

Bombeyek bi wan re teqiyaye.

Li gor jêderên çapemeniyê îro danê sibê li devera Riyaz ya ser bi Hewîceyê li parêzgeha Kerkûkê, bombeyeke vedayî bi hêzên polîs yên Îraqê re teqiyaye.

Li gor çavkaniyên nûçeyan di encama teqîna han de herî kêm 7 polîs birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve polîsê fedralî jî dibêje ev dever ku têde teqîn çê bûye hatiye dorpêçkirin û herwiha diyar kiriye ku ev demêke ku terorîstên DIŞIê liv û tevgerên xwe li Rojavayê Kerkûk û derdorê zêdetir kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.