Li balefirxaneyê hate pêşwazîkirin.
Îro yekşem 7ê Adarê Papaya Vatîkanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Îraq û Kurdistanê de, bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê gehêşte Kurdistanê.
Li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare piştî merasima pêşwaziyê, Papa bi awayeke cuda li gel Serok Barzanî, Serokê herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê bicive.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin