Egerê şerê navxwe li Îraqê heye

dibêje hikûmeta Îraqê nikare wan çekdaran kontrol bike.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje di navbera aliyên şîe de destpê dike.

Fermandarê hêzên Amerîkî yên li Sûriye û Îraqê Jeneral Paul Calvert ragihand ku komên çekdar yên şîe yên ser bi Îranê li Îraqê gelek bihêz bûne.

Paul Calvert eşkere kiriye ku jiber bihêz bûna wan komên çekdar li Îraqê, metirsiya destpê kirina şerê navxweyî di navbera aliyên şîeyên Îraqê de heye.

Nav hatî diyar kiriye ku hebûna qirîza darayî û hebûna çekdarên heşda şebî bi taybetî komên çekdar yên ser bi Îranê, bûne sedem ku destkeftên heyî yên li Îraqê bikevin metirsiyê.

Calvert herwiha diyar kiriye ku Îraq û hikûmeta Îraqê jî nikarên komên çekdar kontrol bikin û ev komên han di bin hejmûn û fermana Îranê dene.

Ev jeneralê Amerîkî diyar kiriye ku metirsiyeke gelek mezin heye ku di navbera şîeyên ser bi Îranê û şîeyên alîgirên Îraqê de şereke dijwar ya navxweyî destpê bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.