Ev vaksîn roja sêşemê gehêştibûn Kurdistanê.
Piştî ku roja sêşemê 5 hezar vaksîn gehêştine Kurdistanê, wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê jî dest bi dabeş kirina wan vaksînan li ser parêzgehên Kurdistanê kir.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê bo parêzgeha Hewlêrê hezar û 360 vakîsn, bo Silêmanî hezar û 720, bo Dihukê 920 vaksîn û bo welatiyên Çînê yên li Kurdistanê jî hezar vaksîn hatine dabeşkirin.
Herwiha wezaretê diyar kiriye ku hewldanên hikûmetê yên bo dabîn kirina vaksînên zêdetir û vaksîne kirina welatiyên Kurdistanê jî berdewam dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin