Dibêje weke êrîşa hefteya derbasbûyî vê emê bersif bidin.
Peyvdara Koşka Spî Jen Psaki di presskonferansekê de derbarê êrîşên mûşekî yên ku duhê çarşem bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esed yaku hêzên hevpeymanan bi pêşengiya Amerîkayê têde dimînin ragihand ku vê ev êrîşên han bê bersif nemînin.
Jen Psaki diyar kir ku, niha lêkolîn li ser êrîşên mûşekî yên bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esed berdewamin û bêgoman çawe me bersifa êrîşa mûşekî ya bo ser Îranê da û êrîşî komên çekdar yên ser bi Îranê kir, her wisa jî bersifa êrîşa han bidin.
Nav hatî diyar kiriye ku di encama êrîşa mûşekî ya duhê de, karsazekî Amerîkî di dema hewldan bo xwe veşartinê, rastî rawestana dil hatiye û canê xwe ji dest daye.
Weke tê zanîn duhê çarşem bi 10 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed yaku hêzên hevpeymaniya cîhanî têde dimînin hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin