Desteya Tendirostiyê ragihand ku 21 kesên din bi koroneyê ketine û 3 kes jî ji ber koronayê mirine.
hevserokê Desteya Tedirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusê mirine 3 mêr in ji Reqayê ne.
Mustefa destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên ku bi vîrusa koroneyê ketine 11 mêr û 10 jin in, li van herêman in:
Hesekê: 3
Qamişlo: 9
Dêrik: 2
Girkê Legê:1
Tebqa: 3
Reqa: 2
Minbic: 1
Mustefa piştrast kir ku 4 kes jî ku berê bi koronayê ketibûn baş bûne.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa koroneyê ketine gihaşt 8 hezar û 629 kesan jê 324 kes mirine û hezar û 251 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin