Antî teror: 2 kes hatine girtin

hîn 2 tawanbar mane werin girtin.
کوردستان TV
100%


Tawanbarên serekî yên êrîşa mûşekî bo ser Hewlêrê ne.
Kêliyek beriya niha dezgeha antî teror ya Kurdistanê derbarê êrîşên mûşekî yên bo ser Hewlêrê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku 4 kes ev êrîşa han pêk anîne û di encama lêkolînên hevbeş yên di navbera aliyên têkildar yên Kurdistanê, hikûmeta fedral û hevpeymanan, 2 ji wan tawanbaran ku tawanbarên serekîne hatine girtin.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku hewldanên aliyên têkildar yên bo girtina 2 tawanbarên di berdewamin.
Antî terorê navê tawanbarê serekî yê êrîşî eşkere kiriye û nivîsandiye tawanbarê serekî navê wî Heyder Hemze Ebas Mistefa Beyatiye. Nav hatî li xwe mokir hatiye û gotiye ku berpirsê yekem yê êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê di şeva 15ê Sibata 2021an deye.
Weke tê zanîn di encama êrîşa han ya mûşekî de du kes canê xwe ji dest dabûn ku yek ji wan biyanî û ewê din jî Îraqî bû û herwiha 2 welatiyên medenî û 5 leşkerên Amerîkî jî birîndar bibibûn.
Ew jî lînka vîdyoya mokir hatinê ye.
https://youtu.be/2zTzP1ueMeU

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.