Balefirxaneya Hewlêrê nûçeyek red dike

dibêje kes nehatiye qerentînekirin.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje me kes qerentîne ne kiriye.

Piştî ku hin aliyên ragihandinê belav kirin ku qaşo li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê çend torîstên ku ji derveya Kurdistanê, hatine, ji aliyê rayedarên balefirxaneyê ve hatine qerentînekirin, balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê jî daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya balefirxaneya Hewlêrê, li balefirgehê ti guhertinek di rêkarên tendirostî de yên ku ji aliyê wezareta navxwe û tendirostî jî ji wan re hatine diyarkirin nehatiye kirin û ti kesek jî nehatiye qerentîne kirin û ewin ku vedigerin anjî serdana Kurdistanê dikin lazime li gor zagonan li cîha mayîna xwe, xwe qerentîne bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.