Amadekarî bo dabeş kirina vaksînê tên kirin

duhê yekem karwana vaksînan gehêşte Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

 

Li Hewlêrê navendeke taybet hatiye vekirin.

Piştî ku duhê sêşem vaksîna koronayê gehêşte herêma Kurdistanê, aliyên têkildar yên tendirostî yên li Kurdistanê jî dest bi amadekarî bo derzîlêdanê kirine.

Di çarçoveya wan amadekariyan de her îro çarşem li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê navendek bi navê navenda dabîn kirin û lêdana derziya vaksîna Koronayê hate vekirin.

Duhê jî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kiribû û têde diyar kiribû ku vê derzî lêdana vaksînê, li gor bernameyeke baş were birêvebirin û di destpêkê de nûjdar, tîmên tendirostî û kesên bitemen werin vaksînekirin û pişt re jî pêngav bi pêngav tewahiya welatiyan werin vaksînekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.