183 endamên Kongresê derbarê Tirkiyê de nameyek bo wezîrê derve yê Amerîkayê nivîsandine.
Li gor jêderên çapemeniyê 183 Kongrêsmanên Amerîkî ji her du balên demokrat û komariyan, nameyek bo wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken re şandine.
Di nameya han de yaku taybet bi rewşa Tirkiyeyê û binpê kirina azadî û mafên mirovan li Tirkiyeyê, daxwaz ji îdareya Amerîkayê hatiye kirin ku helwesta xwe li hember Tirkiyeyê tundtir bike û siyaseteke dijwartir li hember Tirkiyeyê bimeşîne.
Di berdewamiya nameya han de Kongrêsman behsa vê yekê kirine ku Tirkiye hevpeymanê Amerîkayê û endamê NATOyê ye lê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ev hevsengiya han têkdaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin