Serokwezîr li gel sendîkaya Rojnamegeran civiya

behsa azadiyar Rojnamegeriyê kirin.
سەرۆکی حکومەتی هەرێمی کوردستان پێشوازی لە سەندیکای ڕۆژنامەنووسانی کوردستان دەکات
کوردستان TV
100%

Behsa azadiya medya û ramanê li Kurdistanê de kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serok û endamên civata Serokatiya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 1ê Adara 2021an em li gel Neqîb û endamên civata sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê civiya,

Di destpêka civînê de Neqîbê sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê û endamên civatê, bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên sendîkayê kirin û balkêşandine ser vê yekê ku li herêma Kurdistanê de azadiya ragihandinê heye, lê karê çepemeniyê li herêma Kurdistanê de di warê qanûnî û pîşeyî de pêdiviya xwe bi dubare rêkxistin kirinê heye daku pêşî ji vê tevlîheviyê were girtin ku di warê ragihandinê de heye.

Di berdewamiya civîna han de me jî tekezî li ser piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Rojnameger û medyakarên Kurdistanê û karê rojnamegeriyê li herêmê de kir û balkêşande ser rol û pêgeha Rojnamegeran ya bo hişiyar kirina civakê û hevkarî kirina hikûmetê bo diyar kirina kêşe, arîşe û serpêçiyan bi mebesta nêhêştin, çak kirin û baştir kirina ezmûna hikumraniyê li Kurdistanê de.

Me ev yek anî ziman ku azadiya ramanê bingeheke serekî ya civakên pêşkeftiye û hikûmeta Kurdistanê jî derfetên goncaw bo azadiya ramanê û azadiya ragihandinê bo medyakaran afirandiye daku rola xwe ya serekî di civakê de bilîzin, medyakarên Kurdistanê nabe rê bidin pîşeya pîroz ya Rojnamegeriyê bi mebesta teşhîr kirin û îftîra avêtin û têkdana aştiya civakî were bikaranîn.

Me dilniyayiya vê yekê jî da ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi her awayî piştîvaniya azadiya karê ragihandinê û rojnamegeriyê li Kurdistanê de dike daku medyakarên Krudistanê bikarbin bi awayekî pisporane û bi dûr ji her cure bernameyeke nepîşeyî, karên xwe cîhbicîh bikin bi awayek ku di berejwendiya giştî û parastina destkeftên nêştimanî de be.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.