Daxwazek pêşkêşî parlementoya Kurdistan hat kirin

di meha Gulana 2020an de hawara xwe anîbû herêma Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Daxwaza eşkere kirine lêkolînên dosyeya Mistefa Selîmî tê kirin.
Her du komîteyên navxwe û mafên mirovan yên parlementoya Kurdistanê daxwaz ji parlemen û aliyên têkildar dikin ku encamên lêkolînên derbarê radest kirina girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê bi Îranê, werin eşkere kirin.
Ev her du komîteyên han behsa vê yekê kirine ku girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî hawara xwe bo herêma Kurdistanê aniye lê ji aliyê hin kesên diyar di nava aliyeke siyasî de radestî Îranê hatiye kirin lewre lazime encamên lêkolînên derbarê vê dosyeya han de bo raya giştî werin eşkerekirin.
Weke tê zanîn Mistefa Selîmî di meha Gulana sala 2020an de ji girtîgeha Seqizê reviya bû û hatibû devera Pênciwênê ya ser bi Silêmanî li ji aliyê hin aliyên diyar di nava YNKê de hatiye girtin û radestî Îranê hatibû kirin û rejîma Îranê jî di 11ê Gulana heman salê Mistefa Selîmî îdam kiribû.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.