Agir bi hotêlekê ket zirarên madî hene

51 kes hatine rizgarkirin.
کوردستان TV
100%

 

51 kes ji aliyê hêzên hawar hatinê ve hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê birêveberatiya hawarhatinê ya Hewlêrê hatiye weşandin, seat yekê şeva derbasbûyî agir bi hotêleke Hewlêrê ber bûye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku duhê bi şev jiber hin sedemên nediyar derdorê seat 1 û 40 deqîqeyan de agir bi hotêla Sînaya Pilas ya li taxa Kûran ber bûye.

Hêzên hawarhatinê bilez gehêştine cîhê bûyerê û karîne agirê vemirînin û 51 kes ku di nava hotêlê de bûne rizgar bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.