Rêkarên tendirostî tên tundtir kirin

dibêje vê rêkarên xweparêziyê werin tundtirkirin.
کوردستان TV
100%

Parêzgar dibêje hevalên derbarê Koronayê de nexweşin.

Îro Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav di presskonferansekê de ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku raport û hevalên tendirostiya cîhanî û wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê derbarê Koronayê de hîç nebaşin û Korona hêdî hêzî zêdetir bûye.

Omîd Xweşnav diyar kir ku nûçeyên ku behsa destpê kirina qerentînê dikin ne rastin lê rêkarên xweparêziyê tên guhertin û tundtir dibin.

Xweşnav eşkere kiriye ku wezareta tendirostî raportek derbarê rewşa dawî ya Koronayê de pêşkêşî komîteya rûbirû bûna Koronayê dike û komîte jî piştî nirxandina raportê vê rêkarên nû bixe meriyetê û rêkar werin tundtirkirin.

Ji aliyeke din ve her îro duşem komîteya rûbirû bûna Koronayê bo giftûgo kirin li ser rewşa dawî û raporta wezareta perwerdeyê ya derbarê Koronayê de dicive û derbarê prosesa xwendinê de biryarên nû dide.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.