Îro salvegera koça dawî ya Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê nemire

di Komara Kurdistanê de bûye Jeneral.
کوردستان TV
100%

Beriya 42 salan di yekê Adarê de koça dawî kiriye.

Rêberê netewî yê gelê Kurd Jeneral Mele Mistefa Barzanî beriya 42 salan di roja yekê Adarê de piştî temeneke dirêj têkoşîn û xebat bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê koça dawî kir.

Mele Mistefa Barzanî ku navê wî yê fermî Mistefa Şêx Mihemed Barzaniye, di roja 14ê Adara 1903 de li gundê Barzan ji dayik bûye, Mele Mistefa dema sê salî bûye, rastî êrîşa Osmaniyan hatine, li gel birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam, bi qasî 9 mehan hatine zîndanîkirin.

Di sala 1919an de beşdarî di şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de kiriye û berpirsê hêzeke 300 kesî bûye, pişt re di sala 1920an de bi fermana Şêx Ehmedê birayê xwe diçe cem Şêx Seîdê Pîran, li Bakûrê Kurdistanê bo hemahengî kirina şoreşa Kurdî li Bakûr û Başûrê Kurdistanê.

Di salên 1931 û 1932 de Fermandarê hêzeke mezin ya berevanî kirin ji mihwerên Mêrge Sor û Şêrvan bûye. Sala 1932 piştî dîl girtina Şêx Ehmed ji aliyê hikûmeta Brîtanî û Îraqê ve, Mele Mistefa Barzanî dest bi serkirdatî kirina şoreşa Kurdî kiriye.

Piştî 7 salan rawestandina şer, di sala 1943 de Mele Mistefa Barzanî dest bi şoreşê kiriye û Fermandariya şoreşa Kurdî kiriye.

Piştî demeke şer û pevçûnan, dema ragihandina Komara Kurdistanê li Mehabadê di 16ê Tebaxa 1945 an de, Mele Mistefa Barzanî hêzên xwe dibe Mehabadê, Serokkomar Qazî Mihemed paşnavê Jeneral lê dike û Fermandariya hêzên leşkerî yên Komarê pê disperse.

Piştî têk çûna Komara Mehabadê Mele Mistefa Barzanî li gel 500 hevalên xwe çûne Rûsye û 12 salan liwir mane.

Sala 1958 vedigere Îraqê, piştî ku rayedarên Îraqê sozên xwe bicîh neanîn, di Îlona 1961an de Mele Mistefa Barzanî dîsa dest bi şoreşê kiriye.

Sores heta 11ê Gulana 1970an dema îmze kirina peymana Adarê.

Di 29ê Îlona 1971an de hewl hate dayîn ku Mele Mistefa Barzanî teror bikin, lê ji hewla han rizgar bû.

Nav hatî piştî sala 1975 bi nexweşiyê dikeve, bo çareser kirinê diçe Amerîkayê û di sala 1979an de koça dawî dike, destpêkê termê wî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Şino tê veşartin, û piştî raperîna mezin ya gelê Kurd, termê Mele Mistefa Barzanî bi merasîmeke biheybet û bi beşdariya tevahiya Kurdan bo gundê Barzanê tê veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.