Mihemed Helbûsî: Bila Îran û Tirkiye rêz ji serweriya Îraqê bigirin

li ser şingalê rexne li hev û du dikin.
کوردستان TV
100%

Duhê balyozên Îran û Tirkiyeyê rexne li hev kiribûn.

Duhê balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî derbarê Şingalê de rexne li Tirkiyeyê kiribû û gotibû ti têkiliyeke Şingalê bi Tirkiyeyê re tune û ne mafê Tirkiyeyêye ku destwerdana Şingalê bike.

Piştî re jî balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê Fatih Yildiz jî bersifa Îrec Mescidî da û got: Derbarê parastina serweriya Îraqê de, Îran kesê herî dawiye ku dikare waneyan bide Tirkiyeyê.

Her li ser vê mijarê îro jî Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî daxwaz ji balyozên wan her du welatan kir daku rêz ji serweriya Îraqê bigirin û Îraq nekin qurbaniya nakoiyên xwe.

Ji aliyeke din ve jî her îro wezareta derve ya Tirkiyeyê balyozê Îranê yê li Enqereyê li ser heman mijarê vexandiye, jiber ku balyozê Îranê yê li Enqereyê jî gotibû ku Tirkiye destwerdaniya karûbarên Îraqê dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.