Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi koronayê ketine

heta niha bi giştî 321 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.

Di daxuyaniya Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê de, Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di 24 seatên dawîn de 3 kesên din bi koronayê ketine ew jî 2 mêr in û jineke e û li van herêman in:

Qamişlo:2

Minbic:1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kes jiyana xwe ji dest daye û kesek baş bûye.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 608 kes; ji wan 321 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 247 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.