Îsraîl: Destê Îranê di teqînê de heye

dibêje cîhê teqînê nêzî Îranê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje dixwaze êrîşî ser welatiyên Îsraîlî bike.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz di daxuyaniyekê de ji Rojnamegeran re, behsa teqîna roja îna derbasbûyî ya li bendera Omanê kir.

Benny Gantz diyar kir ku destê Îranê di teqîna han de heye û Îran dixwaze êrîşî ser jêrxana Îsraîl û welatiyên medenî yên Îsraîlê bike.

Gantz eşkere kiriye ku jiber nêz bûna cîhê teqînê bi Îranê re bawer dike ku destê Îranê di teqînê de hebe.

Weke tê zanîn roja îna derbasbûyî di dema derbasbûna keştiyeke kargo ya Îsraîlê li bendera Omanê de teqîneke mezin çê bibû.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.