Alozî dikeve navbera Tirkiye û Îranê

dibêje Îran ya herî dawiye ku li ser Îraqê wane bide Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

 

Li ser pirsa Şingalê balyozên Tirkiye û Îraqê bersifa hev didin.

Piştî ku duhê balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî ragihandi bû ku ti mafeke Tirkiyeyê tuneye behsa Şingalê bike û ti têkiliyeke Tirkiyeyê bi Şingalê re tuneye û hêzên herêma Kurdistanê û artêşa Îraqê dikarin ewlekariya deverê biparêzin, balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê jî bersifa balyozê Îranê da.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê nivîsandiye; Em bawer dikin ku balyozê Îranê û Îran kesên herî dawî ne ku lazime li ser Îraqê û parastina serweriya Îraqê biaxefin û wane bidin Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn ev demeke Tirkiye jiber hebûna hêzên ser bi PKKê gefa vê yekê dike ku vê operasiyoneke leşkerî bo ser Şingalê lidar bixe.

N: E. G

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.