Derbarê hilbijartinên Îraqê de peyamek belav kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê hilbijartinên Îraqê û rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê peyamek belav kiriye.
Serokwezîr di peyama xwe de dilgiraniya xwe derbarê rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê diyar kiriye û nivîsandiye; Derbarê hilbijartinên pêş yên Îraqê û rewşa vê dawiyê ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê dilgiranim, hikûmeta Kurdistanê dixwaze rewşek bibîne ku têde, mafê herkes bo dengdan û hilbijartinê parastî be.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin