Şerê li Yemenê berdewame

şer di sala 2011an de destpê kiriye.
کوردستان TV
100%

Ev 15 roje dîsa şer destpê kiriye.

Saziya Koç û Koçberan ya ser bi Netewên Yekgirtî ragihand ku şerê li Yemenê dîsa destpê kiriye û ev 15 roje hêzên hikûmet û çekdarên Hûsî li parêzgeha Marîbê şev hev dikin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku zirarê herî mezin di şerê de ber welatiyên medenî ketiye û di nava wan 15 rojan de zêdetir ji 8 hezar kes jiber şer û pevçûnan aware bûne.

Weke tê zanîn şerê navxweyî yê Yemenê di sala 2011an de destpê kiriye û Îran jî bi her awayî piştîvaniya çekdarên Hûsî dike.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.