Amerîka: Emê êrîşa ser Hewlêrê bê bersif nehêlin

dibêje li gel hevpeymanan emê bersifa êrîşê bidin.
کوردستان TV
100%

Di bêje di demeke goncaw de bersifa êrîşa han didin.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price di konfranseke çepemeniyê de behsa êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê kir.

Ned Price diyar kir ku ev êrîşa han bê bersif nabe û di demeke goncaw de li gel hevbeşên Amerîkayê yên li Îraqê û herwiha hevpeymaniya cîhanî bersifa êrîşa han didin.

Price ev yek diyar kiriye ku hîn jî hewl didin daku bizanên kîj alî ev êrîşa han pêk aniye û got: Me beriya niha jî gotiye Îran piştîvaniya wan komên çekdar yên derqanûnî dike ku êrîşên wisa pêk tînin.

Weke tê zanîn beriya 10 rojan bi mûşekan êrîşî ser Hewlêrê hatibû kirin û şeva derbasbûyî jî bi çend mûşekan êrîşî ser navçeya Kesik ya li Bexdayê hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.