Dîsa êrîşî ser navçeya kesik ya Bexdayê hate kirin

bi du mûşekan êrîş pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Tê gotin ku komên derqanûnî ev êrîş pêk anîne.

Duhê bi şev bi du mûşekan dîsa êrîşî ser navçeya Kesik ya Bexdayê ku cîhê nîştecîh bûna diplomat û nunerên biyaniye li Îraqê hate kirin.

Êrîş ti zirarên canî li pey nebûye lê zirarên mezin yên madî gehandine deverê.

Her derbarê êrîşan de Peyvdarê operasiyonên hevbeş Tehsîn Xefacî ragihand ku êrîşên han ji aliyê komên çekdar yên derqanûnî ve pêk hatine.

Ji aliyê xwe ve komîteya ragihandina ewlekarî ya ser bi hikûmeta Îraqê jî diyar kiriye ku bi du mûşekan êrîş pêk hatiye û ti zirarên canî yên êrîşa han nebûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.