Serokê herêmê li gel balyozê Holendayê civiya

behsa sermayegozariya biyanî li Kurdistanê de kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Holenda, Kurdistan û Îraqê hate kirin.

Îro duşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Holendayê yê li Îraqê Michel Rentenaar kir.

Di civînê de her du alî li ser têkiliyên navbera Holenda, Kurdistan û Îraqê, derfetên hêlbirîna sermayeya biyanî li Îraq û Kurdistanê, rola Holendayê di çarçoveya hevpeymaniya dijî DIŞIê û danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo çareserkirina kêşeyên heyî û diyarkirina para Kurdistanê ji bûdceya fedralî ya 2021an giftûgo kirin.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê jiber hevkariyên Holendayê yên di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de bo hêzên pêşmerge spasiya Holendayê kir û anî ziman ku bo afirandina derfetên goncaw bo rakêşana sermayeya biyanî bo Kurdistan û Îraqê gelek asankarî di her warî de hatine kirin.

Di berdewamiya civîna han de ku Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa azadiya raman, azadiya rojnamegerî li Kurdistan û Îraqê, hilbijartinên pêş yên Îraqê, girîngiya rola çavdêriya NY û YE di hilbijartinên Îraqê de, prosesa reforman li Kurdistan û Îraqê de û parastina aramî û ewlekariya Îraqê jî hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.