Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê gelekî kêm bûye

heta niha bi giştî 313 kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 2 kes ji ber koronayê mirine. Her wiha diyar kir ku hejmara pêketiyên koronayê ji destpêka meha sibatê ve kêm bûye.

Li gorî Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, tenê 3 kes bi koronayê ketine û 2 kes jiyana xwe ji dest daye.

Kesên ku bi koronayê ketine jinek û 2 mêr in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 1

Reqa:1

Her wiha ji nav nexweşên koronayê kesek baş bûye.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê (Covid_19) li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 595 kesan; ji wan 313 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 242 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.