Tirkiye hêzeke zêde şande nêzî Eyn Îsayê

rûsye ji deverê hêzên xwe kêşandine.
کوردستان TV
100%

Hêzên Rûsî li deverê vekêşane.

Li gor zaniyariyên berdest, piştî vekêşana hêzên Rûsî li derdorê bajarokê Eyn Îsa li Rojava Kurdistanê, artêşa Tirkiyeyê jî dest bi liv û tevgerên zêdetir kiriye.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku piştî vekêşana hêzên leşkerî yên Rûsî li Eyn Îsayê, artêşa Tirkiyeyê jî karwaneke mezin ya leşkerî ku têde yekîneya topxaneyan jî heye şandiye nêzî Eyn Îsayê û li Başûrê bajarê Girê Spî bicîh kiriye.

Beriya niha Erdogan gefa berdewam kirina operasiyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kiribû û demeke dirêj jî artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve devera Eyn Îsayê bordiman û topbaran kirin û çend car jî êrîşên bejahî bo dagîr kirina bajarokê pêk anîn lê êrîşên wan hatin pûçkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.