Deutsche Welle: NATO vê şerê dijî milşayan bike

dibêje êrîşên ser Hewlêrê bersifdayîn kiriye neçarî.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Îraqê şerê dijî çekdarên derqanûnî dike.

Deutsche Welle Almanî raportek belav kiriye û di raportê de behsa rewşa Îraqê û zêde bûna çekdarên derqanûnî û bandora wan hatiyekirin.

Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku mimkune di pêşrojê de NATO bo rûbirû bûn û bersif dana çekdarên derqanûnî yên nû li Îraqê roleke berçav bilîze.

Di beşeke din ya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku êrîşên mûşekî ser Hewlêrê bersifdana wan çekdaran kiriye neçarî.

Herwiha hatiye nivîsandin ku NATO hijmara hêzên xwe yên li Îraqê ji 500 kesî kiriye 4 hezar kes û ew yek jî tenê ne bo şerê dijî DIŞIê ye belku vê NATO pîwerdariyên din li Îraqê li stû bigire ku yek ji wan pîwerdariyan bersifdana çekdarên derqanûniye ku piştî kuştina Qasim Silêmanî li Îraqê zêde bûne.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.