Şîrên Fûad: Ne karê Rojnamegere ku sîxorî bike

dibêje ti carî qasî niha azadî nebûye.
کوردستان TV
100%

Dibêje nabe zext li dadgehan were kirin.

Çavdêriya siyasî û pispora têkiliyên navnetewî Şîrên Fûad Mesûm ragihand ku ne karê Rojnamegerane ku sîxorî bikin û zext kirin li dadgehan bi rêya girî û zextên aliyên siyasî derfetê bo karê sîxoriyê xweştir dike.

Şîrîn Fûad dibêje zextên eşîran, xelk, aliyên siyasî û kesûkarên girtiyan li ser dadgehan bo ku dadgeh ji biryara xwe gav paşve bavêje, welat ber bi rewşeke metirsîdar ve dibe û nîşaneya vê yekê ye ku em li dijî pêşkeftina welat, serweriya destûr û serxwebûna dadgehanin û lazime fatiheyeke yekcarî li ser qanûnan li Kurdistanê de bixwînin.

Nav hatî diyar kiriye ku Rojnameger dikare di her warekî de bi rê û rêbazên destûrî daxwaza zaniyariyan bike, hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî kabîneya 9an jî zêdetirîn azadî daye Rojnamegeran, di ti serdemekê de welatî qasî îro di rexne girtinê de azad nebûne.

Ev çadêriya siyasî gotiye: Rîca dikim bila em xwe yek alî bikin, eger em azadiyê dixwazin lazime cîhbicîh kirina qanûna li ser xwe jî qebûl bikin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.