Serokwezîr li gel balyozê Holendayê civiya

Kurdistan fêde ji ezmûna Holendayê wer digire.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê kirin.

Îro yekşem 21 Sibata 2021an Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Holendayê yê li Îraqê Michel Rentenaar kir.

Di civînê de ku Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê hatekirin.

Balyozê Holendayê Michel Rentenaar amadebûna welatê xwe ya bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya piştîvanî kirina hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî jiber piştîvaniyên Holendayê spasiya Holendayê kir û balkêşande ser bernameya reforman ya kabîneya 9an bi taybetî bo pir reng kirina çavkaniyên dahatê û pere pêdana kerta çandiniyê û pîşesazî û anî ziman ku derfetên gelek baş hene ku Kurdistanê fêde ji ezmûna pisporên Holendî wer bigire.

Girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê mijareke din ya civîna han bû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.