Li Hewlêrê Koronaya nû hate dîtin

her 5 welatî şêniyên Hewlêrê ne.
کوردستان TV
100%

5 kes li Hewlêrê bi Koronaya nû ketine.

Peyvdarê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê Aso Hewêzî ragihand ku ev 5 welatiyên ku beriya niha goman dihate kirin ku bi cureya nû ya Koronayê ketibin, cerbandinên nûjdarî bo wan hatine kirin.

Hewêzî eşkere kiriye ku encamên cerbandinan îsbat dikin ku ev her 5 welatî bi cureya nû ya Koronayê ketine û her 5 welatî jî şêniyên Hewlêrê ne.

Nav hatî ev yek diyar kiriye ku çend haletên din hene ku tê payîn Koronaya nû bin, lê cerbandin bo wan hatiye kirin û heta niha encamên cerbandinê derneketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.