Erdogan: Em dixwazên têkiliyên xwe li gel Amerîkayê bihêztir bikin

dibêje bila me bi tenê nehêlin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime hevpeymanên me hevkariya me bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotarekê de ku duhê pêşkêş kiribû, ragihandiye ku Amerîka û Tirkiye du hevpeymanên steratejîk û girîng yên hevin û hevdem her du jî endamên girîng yên NATOê ne.

Erdogan diyar kiriye ku di demên derbasbûyî de jiber hin kêşeyan têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê aloz bûne, niha Tirkiye dixwaze têkilî û hevkariya li gel Amerîkayê zêdetir û bihêztir bike.

Erdogan herwiha daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku hevkariya Tirkiyeyê bike û gotiye: Di demên berê de hevpeymanên me, me bi tenê hêştin niha em daxwaz ji wan dikin ku hevkariya me bikin û me bi tenê nehêlin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.