Biden: Çavên me li ser fitnegeriyên Îranê ne

dibêje lazime NATO were bihêztirkirin.
کوردستان TV
100%

Di konfransa Munichê de gotarek pêşkêş kir.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden di gotarekê de ku bo konfransa ewlekariya Munich yaku roja înê bi awayeke onlîne destpêkiribû behsa Îranê kir.

Biden di gotara xwe de ragihand ku heta Îran bi temamî dev ji zengîn kirina Uraniyûmê bernede vê Amerîka li gel Îranê dest bi diyalogê neke.

Biden di beşeke din ji gotara xwe de eşkere kiriye ku çavên Amerîkayê li ser hewl û çalakiyên fitne gerane yên Îranê ne û Amerîka ji nêz ve hewlên Îranê yên li deverê dişopîne.

Biden herwiha eşkere kiriye ku Amerîka careke din bi heybet û hêza xwe ya berê vedigere qada siyasî ya cîhanê.

Nav hatî balkêşandiye ser metirsiyên Rûse û Çînê û diyar kiriye ku lazime NATO li hember wan metirsiyan were bihêztirkirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.