Di bêje di çapemeniyê de dengê serdema Bes di bilind bûnê deye.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye û daxwaza nehêştina Besiyan kiriye.
Sedir di peyama xwe de nivîsandiye; Dema li medyaya sosiyal û medyaya Îraqî dikim dibînim ku di wan demên dawî de dengê besa serdema Sedam Husên di zêdebûnê deye.
Sedir nivîsandiye ji aliyekê ve, dilgiranim û ji aliyekê ve jî acizim ku dibînim welat ketiye nava rewşa han.
Sedir herwiha nivîsandiye; Lazime liwir hikûmet û parlemen kar û çalakiyên xwe yên bo nehştina Besa terorîst zêdetir bikin.
Sedir tekez li ser vê yekê kiriye ku eger hikûmet û parlemen vê yekê nekin vê demê tevgera Sedir tişta ku bikeve ser mile vê cîhbicîh bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin