Li Necefê hijmara herî zêde hate tomarkirin

2 kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Di rojekê de zêdetir ji 400 kesan bi Koronayê ketine.

Birêveberatiya tendirostî ya Parêzgeha Necefê ya li başûrê Îraqê belav kiriye ku zêdetirîn hijmara pêketiyan ya li vê parêzgehê di nava 24 seatên derbasbûyî de hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Necefê di nava 24 seatên derbasbûyî de 470 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha hatiye zanîn ku du kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn beriya sê rojan li Necefê qedexeya derketinê jî jiber Koronayê hatibû ragihandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.