PDK peyameke pîrozbayî pêşkêş kir

daxwaz ji wan her du yekîtiyan dike berdewam bin li ser xebatên xwe.
کوردستان TV
100%

Behsa rola YXK û YCDK dike.

Îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi minasebeta 68 saliya damezrandina her du Yekîtiyên ciwanên demokrat yên Kurdistanê û Xwendekarên Kurdistanê peyamek pêşkêş  kir.

Di peyama mekteb siyasiya PDKê de hatiye diyarkirin ku ev her du Yekîtiyên han di 18 Sibata 1953an de li ser ferman û daxwaza Rêberê netewî yê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzaniyê Nemir hatine avakirin.

Ji roja damezrandinê ve hate niha ev her du Yekîtî roleke gelek girîng û berçav lîstine û bi hezaran Xwendekar û ciwanên jêhatî pêgehandine.

Mekteb siyasiya PDKê herwiha diyar kiriye ku rola wan her du yekîtiyan di nava xebat û têkoşîna azadîxwazî ya gelê Kurdistanê de roleke diyar û berçave.

Di berdewamiya peyamê de daxwaz ji wan her du yekîtiyan hatiye kirin ku bi heman rihê û morala destpêkê berdewam bin li ser xebat û têkoşîna xwe û xizmet kirina doza reva ya gelê Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.