Wezîrê tendirostî ev yek bi fermî ragihand.
Îro wezîrê tendirostî yê Îraqê Hesen Temîmî bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku îro duşem bo cara ewil cureya nû ya Koronayê li Îraqê ji aliyê tîmên tendirostî ve hatiye destnîşankirin.
Temîmî herwiha daxwaz ji welatiyan kir daku pêbendî şîretên tendirostî bin û ragihand her kes ku pêbend nebe vê bi tundî were cezakirin.
Weke tê zanîn cureya nû ya Koronayê cara ewil li Brîtanyayê derket û bilez li welatên din yên cîhanê jî belav bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin